Ceifer Osafî bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:47 - 7 Tebax 2021

Roja Şemî 16`ê Gelawêjê, çalakvanekî Olî yê bi navê “Ceifer Osafî” temen 31 salî û kurê “Ehmed” û xelkê bajarê Bokanê bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Nûçegihaniya Hêranayê ragihandiye: Ew çalakvanê olî bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Taya 1 a Dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ew çalakvanê Olî bi “endambûn li girûpên Olî” tawanbar kir û bi 7 sal û 6 meh girtîgehê ceza kir û ew cezaye roja Şemî 9`ê Gelawêjê li girtîgeha bajarê Urmiyê bi navbirî hate ragihandin.

Roja Pêncşemî 26`ê Pûşpera sala 1399`an, ew çalakvanê Olî piştî 38 roj binçavkirin di girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê de bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdana sala 1399`an, hêzên ewlehî êrîş kiribûne ser mala wî çalakvanê Olî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî binçavkiribûn.

Ew çalakvanê Olî bi sedema birêveberina kanala Telegramî ya bi navê “pirs û bersivên şer`î yên Sunnet û Cemaetê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.