Ceifer Osafî bi 7 sal û 6 meh girtîgeh hate cezadan

18:25 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2021

Taya yek a dadgeha şoreşa bajarê Urmiyê, çalakvanekî Olî ê bi navê “Ceifer Osafî” temen 31 salî û kurê “Ehmed” û xelkê bajarê Bokanê bi 7 sal û 6 meh girtîgeh cezada.

Dadgehê ew çalakvanê Olî bi “endambûn li girûpên Olî” tawanbar kir û ew cezaye roja Şemî 9`ê Gelawêjê bi navbirî li girtîgeha bajarê Urmiyê hate ragihandin.

Roja Pêncşemî 26`ê Pûşpera sala 1399`an, ew çalakvanê Olî piştî 38 roj binçavkirin di girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê de bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdana sala 1399`an, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî çalakvanê Olî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî binçavkiribûn.

Ew çalakvanê Olî bi sedema birêveberina kanala Têlêgramî ya bi navê “pirs û bersivên şer`î yên Sunnet û Cemaetê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.