Cêhigirê, siyasî û ewlehî yê parêzgeha Sine partiyên Kurd li şerê Şaho tawanbar da zanî

22:01 - 25 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Cêhigirê siyasî, ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine, di şer û pevçûna li çiyayê Şaho a girêdaiy bajarê kamyaranê de, Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê tawanbar da zanîn.

Husên Xweşêqbal, cêhigirê siyasî, ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine di gotûbêja digel nûçegihaniya”IRN” a girêdaiy hikûmetê tevî erêkirina şer û pevçûna li çiyayê Şaho ragehand ku, Spaha Pasdaran li bajarê Kamyaranê li derdora Geşkî li nêzîkî zozanên Haniye digel hêzeke çekdar yên dijberê hikûmetê rastî şer û pevçûnê hatine.

Cêhgirê siyasî, ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine bas ji kuştina endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran di vî şerî de kiriye, lê, hûrdekairiyên derheq vî şerî de, nehatine zelalkirin.

Roja Çarşemî rêkefta 4`ê Banemerê, di encama şer û pevçûna digel girûpeke çekdarî a nenaskirî de, çend endamên Spaha Pasdaran hatin kuştin û birîndar kirin.

Di wî şer û pevçûnê de, yek ji endamên xwecihî yê Spaha Pasdaran yê bi navê Sabir Dirûdî bi dijwarî birîndar bûye.

Heya niha tu yek ji partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îranê ev şera negirtiye bi stûyê xwe.

Peyva dijî hikûmetê li edebiyata siyasî a hikûmeta Îslamî a Îranê ji van kesan yan ji hin hereketan re tê gotin ku çalakiyên siyasî yên van kesan yan aliyan berewajiyê siyasetên fermî yên hikûmeta niha ya Îranê dibe.