“Cehangîr Saxerniya û Xebat Xetiyal” bê guneh hatin nasîn

17:53 - 8 Adar 2022

“Cehangîr Saxerniya û Xebat Xetiyal” ji çalakvanên medenî yên bajarê Pîranşehrê, li dadgeha Şoreş ya wî bajarî ku bi “piropagende li dijî nizamê” hatibûne tohmetbar kirin, bê guneh hatine nasîn. 

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, kombûna dadgehîkirina wan du welatiyên Kurd li dadgeha Şoreşa bajarê Pîranşehrê hatibû lidar xistin.

Roja Yekşemî 30`ê Xezelwerê, ew du endamên encûmena jîngehparêzî ya bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne azadkirin.

Ew du çalakvanên jîngehparêz her yek ji wan bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne azadkirin.

 “Cehangîr Saxerniya û Xebat Xetiyal” roja Çarşemî 26`ê Xezelwerê, hatibûne binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşahrê, bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd berpirsên kafeya pirtûk ya “Endîşe” bûn ku ew kafeye roja Duşemî 22`ê Sermawezê ji aliyê îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşahrê ve hate dayxistin.