Cebar Dostî çalakvanê sinfî yê mamosteyan hat binçavkirin

19:13 - 7 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 17`ê Cozerdanê, “Cebar Dostî” Endamê Encûmena Sinfî yê mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine li ser mala wî çalakvanê sinfî û ev binçavkirine.

Herwisa wê çavkaniyê behsa vê yekê kiriye ku: “Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wî welatiyê Kurd, kelûpelên kesî yên weke leptap û telefona navbirî digel xwe birine û herwisa heta niha lipeyketina malbata “Cebar Dostî” bona agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye.”

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî Mamosteyî Kurd hatine sepandin, ti zanyariyên serrast ji ber dest de nînin.

Roja Duşemî 11`ê Rêbendana sala 1400`an a Roj “Cebar Dostî” bi bê hebûna belgeyên yasayî berî li kombûnên seranserî yên mamosteyan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.