Çarenûsa birayê çalakvanekî siyasî ê girtî nezelal e

19:55 - 3 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Çarenivîsa welatiyekî Kurd yê ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îsalmiya Îranê ve, li Selmas (Dîleman) a ser bi Urmiyeya rojhilatê Kurdstanê hatî binçav kirin, hîna eşkere nebûye.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê roja înê 27’ê sibata 2015’an, diçin mezela welatiyê Kurd yê bi navê Muhsên Alxanî û wî ber bi mekanekî nediyar ve birê dikin ku heya niha jî tu agahî ji çarenûsa wî bi dest neketin e.

Peyamnêrê Kurdpa li Selmas (Dîleman)a rojhilatê Kurdistanê ragihand: Muhsên Alxanî bi hukmê hêzên ewlekarî ên Urmiyê li Selmasê hatiye binçav kirin.

\"25108.jpg\"
Bêhrûz Alxanî zindaniyê siyasî yê Kurd e ku ji sala 2009-2010’an li zindanên Urmiyê û Selmasê de dimîne
Peyamnêrê Kurdpa li Selmas (dîleman)ê diyar kir: Ciwanê navborî birayê Bêhrûz Alxanî ye ku beriya niha bi 5 salan hatibû girtin. Bêhrûz heya niha ji li jor (ode)ên takekesî û ewlekarî ên hikûmeta Îranê li Urmiyê û Selmasê dimîne.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, malbata Alxanî ji sedema girtin û mekanê birina muhsên Alxanî agahiyek zelal bidest nexistin e.

Birayên Alxanî ji şênî (rûniştî) yên gundê Abazer (axbezer) ê ser bi beşa çiyayî ê Selmas (dîleman)ê ne.