ÇARENIVÎSA XWENDEKARIYE KURD NE ROHN E

19:44 - 30 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Xwendekarek Kurd li Tehranê Du Heftiyan beriya niha hate binçavkirin û heya niha çarenivîsa wî ne rohn e.

Pêka rapora Kurdpa, Çarenivîsa “Meaz Kerîmî” ku 15 rojan beriya niha li Tehranê hate binçavkirin, heya niha ne eşkereye.

Meaz, Xwendekarê Karnasiya Bilind a Xwedênasiya Zanîngeha Olên Islamî û xelkê gundê “Şerkan”a Pawe ye.

Pêka raporan, Kerîmî di got û bêjên Olî de beşdar bûye û renge ji bona viya hatibe binçavkirin.

Malbata wî çend caran serdana şûnên pêwendîdar kirine lê çi bersivek bi wa nehatiye dayîn.

Di Heyava bihorî de givaşên ji aliyê Komara Islamî ve bo ser çalakên Olî û bi xasmanî Ola Sunniyan zafandine.