Çarenivîsa welatiyekî Kurd nezelal e

20:13 - 12 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê bajarê Şinoya rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatiye binçavkirin hîna çarenivîsa wî eşkere nebûye.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mohemmed Qesîm Fiyuzî kurê mela Resûl xelkê gundê “Bîmzortê” ê ser bi Şinoya rojhilatê Kurdistanê, bo heyamê 2 salan, li Hewlêra başûrê Kurdistanê mijûlî kar bû, piştî wegerîn bo warê xwe ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve tê bin çavkirin û winda dibe.

Ew welatiyê Kurd yê 40 salî, beriya niha bi 2 mehan bi mebesta dîtina xizmên xwe serdana Şinoyê kiribû ku ji mala xwe de ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve tê girtin.

Bi piştgiriya Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmara hemwelatiyên Kurd ên hatinî binçav kirin, ji destpêka zimistana evsal heya niha gihîştiye 14 kesan.

Gor heman çavkaniyê piraniya welatiyên hatinî binçavkirin, heya niha jî di girtîgehan de bê çarenivîs mane.