Çarenivîsa Welatiyek Merîwanî Ne Ron E

12:27 - 28 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Piştî derbazbûna 15 rojan bi ser girtina Behmen Yawer, kurdê akinciyê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îtilaata Sipaha Pasdaran ve, heta niha jî tu zaniyariyek derheq rewşa wî ne li berdest e.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Merîwanê, Behmen yawer, kurê Fayiq û xelkê gundê Şanişîn a bajarê Merîwanê, 15 rojan beriya niha hat destbiser kirin û bo girtîgeha Îtilaata ya bajarê Sine hate veguhasrin.

Malbata vî welatiyê Kurd heta niha çendîn caran bo bi destxistina zaniyariyan derheq rewşa kurê xwe serdana navendên leşkerî-ewlehî ên rejîmê kiriye, lê îzna hevdîtin bi wan re nehatiye dan û sedema girtina Behmen jî, wan re negotine.