Çarenivîsa welatiyek Kurd yê binçav kirî nediyare

15:47 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd piştî 11 rojan ji girtinê, heya niha çi nûçeyek li ser rewş û çarenivîsa wî li berdest de nine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Roja Pêncşemiyê berwar 18’ê Tîrmeh, Mihemed Emîn Heşimî kurê Ehemd û xelkê gundê “Qarinceya Kiçke”ya ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li cihê karê wî hate girtin.

Heta dema bilavbûna vê nûçeyê, çi zaniyariyek li ser sedem û sebebê girtin û cihê ragirtina wî li berdest de nine.

Her wiha roja Şemiyê berwar 13’ê Tîrmeha 2013’an welatiyek din yê binavê “Yusif Salhzade” ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li mala xwe de hate girtin û jibo cihek nediyar hate veguhastin