Çarenivîsa Welatiyek Kurd Ê Bajarê Sine Ne Ron E

14:12 - 18 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Welatiyek Kurd bi navê Wahîd Dûstî, akinciyê devera Jaweru ya Sine ku heyamê heftiyek dibe hatiye destbiserkirin, heta niha jî di çarenivîsek ne diyar de ye.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li parêzgeha Sine, Wahîd Dûstî, kurdê Ebdulezîz û xelkê gundê Tengîser, li devera Jaravo, heyamê heftiyek beriya niha ji aliyê îdareya Îtilaata bajarê Sine hate gazîkirin û heta niha çarenivîsa wî ne ron e.

Malaba Dûstî bo zanîna rewşa Wahîd, çendîn caran serdana binkeya îdareya Îtilaatatê kirine, lê berpirsên vê navendê tu bersivek nedaye wan.

Heta belavbûna vê nûçeyê sedema girtina navbirî diyar nebûye.

Ev welatiyê Kurd salek beriya niha jî ligel 4 kesên din bo heyamekê li girtîgeha Îdareya Îtilaatiya bajarê Sine de hatibû destbiserkirin.