Çarenivîsa Sîna Nîkpêy nûciwanê binçavkirî yê bajarê Merîwanê nediyar e

13:13 - 1 Çirriya paşîn 2020

Çarenivîsa nûciwanekî Kurd yê bi navê “Sîna Nîkpêy”, temen 16 salî û kurê Kamran xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê piştî 5 rojan ji binçavkirin wî nediyar e.

Pêka gotina yek ji kesên nêzî wî nûciwanê, roja Şemî 10ê Xezelwerê, malbata wî bo agehdarbûn ji çarenivîsa kurê xwe, sardana îdareya Îtilaata Spahê li bajarê “Sineyê” kirine, lê hêzên ewlehî ti bersivek bi wê malbatê re nedane. 

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, “Sîna Nîkpêy” di heyama binçavkirina xwe de çend car pêwendiya telefonî digel malbata xwe hebûye, lê li hevdîtin digel malbata xwe û despêragihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin. 

Roja Sêşemî 6ê Xezelwerê, hêzên ewlehî bi bê hêbûna belgeyek yasayî ew nûciwane kurd di hember Îdareya Perwerde û Barhênan a bajarê Merîwanê binçav kirine.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê ji sedema binçavkirina wî nûciwanê Merîwanî ti zaniyariyek ji ber dest nîne.