Çarenivîsa Şepol Xizrî nexuya ye

17:22 - 6 Şibat 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Şepol Xizirî” kurê Husên, xelkê bajarê Mihabadê piştî 27 roj binçavkirin, çarenivîsa wî nexuya ye û navbirî di heyama binçavkirinê de li mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar,ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirina xwe de sê caran pêwendî bi malbata xwe re girtiye û bi zimanê Farsî digel wan axavtiye.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Şepol Xizirî, di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de li jêr lêpêçînê de ye û li çarenivîsa wî ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.”

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku hêzên ewlehî li dana her core bersivek rohn derheq çarenivîsa wî welatiyê Kurd xwe parastine.

Roja Şemî 20 ê Befranbarê, hevdem digel binçavkirina “Şepol Xizirî” çar welatiyên din yên bi navên “Salar Rehewî, Deriya Talebanî, Efşîn Mamehmedî û Sîrwan Nûrî” bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê ve li bajarê Mihabadê hatine binçavkirin.