Çarenivîsa Saman Nesîm û 5 hevalên wî ên siyasî hîna jî ne zelal e

19:27 - 19 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Saman Nesîm, zindaniyê siyasî ê Kurd ku duh 18’ ê’şibat (february) a 2015’an, bo birêve birina hukmê îdamkirinê li gel 5 girtiyan bi odeya tenê kesî hatibûn veguhestin, nehatin darvekirin lê hîna tu zaniyariyek li ser çare nivîsa wan nehatiye zelal kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja borî Saman Nesîm li gel 5 zindaniyê din yên siyasî bi navên Elî Efşarî, Yûnis Aqayîyan, Sîrwan Nejawî, Hebîb Efşarî û Îbrahîm Şapûrî bo darvekirinê ji aliyê berpirsên girtîgeha Urmiyê ve hatibûb bangkirin ku biryar bû îro bên daliqandin lê hîna çarenivîsa wan nediyar e.

Emced Husên Penahî, Çalakvanê Mafên Mirovan, ji zarê birayekî Nesîm li tora civakî a “Facebook”belev kir û got: Heya niha hukmê darvekirina Saman birê ve neçûye lê mimkin e daliqandina wî di saet û rojên pêşiya mê de bê cî bi cî kirin.

MuxtarNesîm birayê Saman bi Kemal Husênî- Raportêr û Çalakvanê mafên mirov re ragihand: “Çend roj in ku min parêzerekî din (Xalidî xelkê Şinoyê) bo Nesîm pêşniyar kiriye û wî bi min re gotiye ez ê bi rêya yasî ve, sekinandina hukmê darvekirinê bişopîn im.”

\"24856.jpg\"
Saman Nesîm û 5 girtiyên din ên siyasî ku benda Îdamkirinê ne
Birayê wî zindaniyê siyasî di dirêjeya axaftina xwe de got: Wekîl ê nû yê Saman, bi riya telefonê bi min re axifî û amaje bi vê yekê kir ku dadistan soz daye heya hukmê dawîn li Tehranê neyê, em biryara darvekirinê nadin. Parêzer Xalidî her wiha got: “Bo şopandina doseya Nesîm ez ê bi xwe ber bi Tehranê ve herim.”

Muxtar Nesîm ê birayê Saman herwiha qala vê yekê jî kir ku heyamê 4 sal in ku bi ser girtina Nesîm re dibihorin. Kesek bi navm “T. H”ku xizmê me ye û li Merîwanê dimîne bi sozên nerast kumdan serê me( em xapandin) ji ber ve tu mal û hal bi mere nemaye ( herçî saman û darayî ku bi me ra bû, wî bi sozên azadkirna Saman ji me vergirt).

Wî endamê malbata Nesîm di dawîyê de got: Hukmê Saman ne darvekirin e ; jiber ku ew dema girtinê 17 sal bi temen bû.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, çarenivîsa Saman û 5 hevalên wî nezelal e. Lê gor agahiyên bi dest kevtî, Saman dema derketin li zindanê gotibû: “Mimkin e me ber bi Navenda Ewlekarî(Îtilaat) a Urmiyê ve bibin.”

Malbata Saman Nesîm bo dîtina wî îro pêncşemî ber bi zindana Urmiyê ve çûn lê karbidestên girtîgehê bi wan re gotin: Hefteya pêşîya me serdana zindanê bikin.