Çarenivîsa nezelal a du çalakvanên olî ên Kurd

14:27 - 4 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbas bûna 3 meh liser binçav kirina 2 çalakvanên olî (mezhebî) ên Mehabad a rojhilatê Kurdstanê re ( ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve), hîna çarenivîsa wan nehatiye eşkere kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Şoriş Ayîne Bokanî 33 salî kurê Osman û Salar Seîdî 21 salî kurê Riza ku beriya niha bi 90 rojî li Mehabadê hatibûn binçav kirin, heya niha jî, li jorên takekesî(silûl)ên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê de ne û çarenivîsa wan ne zelal e.

Ew 2 çalakvanên Kurd, li mehe yekem a payîza 2014’an, ji mala xwe de hatibûn binçav kirin û demildest bi îdareya Îtilaat a Urmiyê hatibûn veguheztin.

Jêdereke agah li Mehabadê peyamnêrê Kurd re got: Ew 2 çalakvanên Kurd ên olî di çend rojên borî de, bi riya telefonê bi malbatên xwe re ketibûn têkiliyê û bi midetê 3 deqeyan axifîbûn, lê bi sedema girêdana çavên wan, cihê binçan kirina xwe nekarî bûn bi malabata xwe bidin diyar kirin.

Çavkaniyê her wiha amaje bi vê yekê jî kir: Mimkin e Şoriş û Salar bi jorên takekesî ên koxûş (bend) a 209 a zindana Evîn a Tehranê hatibin veguheztin.

Di dawiyê di wê çavkaniyê destnîşan kir ku malbata wan 2 çalakvanên Kurd, çendîn car bo çavpêketina wan, serdana bingehên girêdayî bi navendên ewlekarî û zindanên hikûmeta Îslamiya Îranê di Mehabadê û Urmiyê de kirin e, lê karbidestên hikûmeta Îranê tu bersivek li ser wê pisê bi wan re ronî nekirin e.