Çarenivîsa Girtiyek Siyasî yê Kurd Nexuyaye

22:41 - 31 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Dosyeya girtiyek Siyasî yê Kurd ku bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin, nexuyaye.

Perwendeya Şêrko Mearifî girtiyê siyasî ê Kurd ku hûkmê darvekirinê bo hatiye diyarî kirin, piştî salekê ku hatiye ravestandin,niha jî di komisiyona “lêbûrînê”a bajarê Sinê hatiye ragirtin.

Bi gotina yek ji endamên malbata Şêrko, serbarî vê yekê ku ji aliyê karbidestan hatiye ragehandin ku hûkmê Şêrko hatiye kêm kirin û Zîndana heta hetayî pêhatiye dayîn,lê heya niha çi alûgorek li ser dosyeya vî de nehatiye û metirsiya darvekirinê li ser vî hê maye.

\"11801.jpg\"
Şêrko Mearifî bi nîşaneya nerazîbûn li hember nerûn bûna dosyeya xwe dest bi mangirtinê kiriye û bi nivîskî karbidestên serdozgeriyê û hepsê agadar kirine.

Şêrko Mearifî di Adara Sala 2010’an de ji aliyê serdozgeriya bajarê seqizê bi tawana alikarî tevî partiyek Kurdistanî bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin ku piştre hûkmê vî bi zîndana hata hatayî hat kêm kirin.