ÇARENIVÎSA GENCEK SERDEŞTÊ PIŞTÎ 10 ROJ BINÇAVBÛNÊ, NE ROHN E

16:16 - 21 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Gencek Serdeştê 10 rojan beriya niha ji aliyê Ittila’atê ve hate binçavkirin, lê heya niha serpêhatiya wî ne eşkere ye.

Pêka Ajansa Kurdpa, “Selah Xefûr” 10 rojan berî niha ji aliyê Hêzên ser bi Ittila’ata Serdesştê ve hate binçavkirin lê heya niha Zanyariye ji Şûna rawestandina wî û sedem belav nebûye.

Li gor şahîdan, ne xuyayiya serpêhatiya wî bûye sedema nîgeraniya Malbata wî.

Heya niha ne eşkere ye ku ev gence seva çikê hatiye binçavkirin.

Pêka amara Navenda Amara Kurdpa, li destpêka Havînê ve heya niha 93 welatiyên Kurd bi egera Çalakiyên Çandî, Wêjeyî, Civakî û Siyasî ji aliyê Hêzên komara Islamiya Îranê ve hatine dest biserkirin.