Çarenivîsa Fath Mecîdî girtiyê Kurd nediyar e

18:50 - 13 Hezîran 2022

 Çarenivîsa Fath Mecîdî, mamosteyê derxistî û çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Bane, ti zanyariyek ji ber dest nine û zelalnebûna çarenivîsa navbirî nigeraniya malbata wî li pey xwe aniye.

Pêka gotina serçaveke agehdar, ew çalakvanê kedkarî li sêyemîn roja desteserkirinê de tenê carekê kariye digel malbata xwe peywendî bigire û piştire ti peywendiyek din tunebûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn: “ Ew çalakvanê kedkarî yê desteserkirî, dest havêtiye bi girevê û malbata wî nigeranê tendirustiya wî ne”.

Fath Mecîdî li roja Duşemî 9`ê Gulanê, bi nîşana nerazîbûnê li hember desteserkirina neyasayî û bêparkirin li destpêrenegihîştina bi daxwazkarî û dermanên xwe, dest havtibû bi gireva birçîbûnê.