Çarenivîsa Du Welatiyên Kurd Nediyar E

12:29 - 15 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Çarenivîsa du welatiyên Kurd ên Pîranşarê bi navên Xidir Nebî û Sedîq Berşan piştî derbazbûna çendîn rojan bi ser destbiserkirina wan de hêj nediyar e.

Li gor nûçeya gihîştî destê Ajansa Kurdpa, ew du welatiye ku xelkê gundê Kewper ya bajarê Pîranşarê ne, heyamek beriya niha ji aliyê hêzên întizamî ve hatin destbiser kirin û heta niha jî tu kes zaniyarî derbarê wan de tune.
Destbiserkirina wan du kesan bûye sedema nîgeraniya malbatên wan ku heta niha bê ageh in derbarê rewş û sedem û cihê ragirtin wan.

Li gor serjimêriya tomarkirî ji aliyê Ajansa Kurdpa ve li heyamê 83 rojên borî de heta niha 83 kes ji welatiyên Kurd ên Kurdistana Îranê hatine destbiserkirin.