Çarenivîsa du ciwanên kurd li Îdareya Îtilata Kurdistanê ne xuya ye

21:26 - 23 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Îdareya Îtilaat a bajarên Seqiz û Kirmaşanê, ji bersivdan bi peydeçûna malbatên du hevwelatiyên girtî xwe diparêzin û heta niha çi agahî derbarê rewş û çarenivîsan wan du girtiyan nedayîne malbatan.

Li gor agahiyên gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, dawiya hefteya borî li bajarê Seqizê ciwanekî temen 30 sal bi navê Hêmin Husênî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî bajarî ve hate girtin û bo ciheye ne diyar hate veguhaztin.

Navborî dema ji bajarê Bane vedigeriya bo Seqizê hatiye girtin.

Endamên malbata Husênî bona peydeçûnkirin bi rewş û çarenivîsa Hêmin serdana Navenda ‘Xeberî’ ya Îdareya Îtilaatê li bajarê Seqizê kirine, lê wan çi bersivek nedaye malbata Husênî û hewildanên wan bê encam mane.

Her di vê derbarê de Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa behsa ne diyarbûna çarenivîsa ciwanekî 28 salî li girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê kir.

Seyvan Rehîmî nasnameya wî hevwelatî ye û xelkê gundê Nigl ê ser bi bajarê Sine ye ku çarenivîsa navborî jî ji meha Adara 2016an heta niha ne zelal maye.

Raporta şandî bi Ajansa Kurdpa basa vê yekê jî dike ku Îdareya Îtilaatê ji dayîna her core bersivekê derheq sedem û tometên ku ev ciwan pê hatiye girtin, ji malbat û heta parêzerê wî re jî nehatiye dayîn û xwe parastiye. Rayedarên ewlekariyê û girtîgehê xwe ji dayîna her core zaniyariyekê di vê derbarê de diparêzin.

Îdareya Îtilaatê bê belge û moletên Dezgeha Dadê hewl daye wan du hevwelatiyan zîndanî bike û herwiha di birêveçûna civînkê dadgehîkirina wan du welatiyan destwerdanê dike.

Ji aliyê navendên navdewletî yên parêzerên mafên mirovan, çendîn car rexneyên tund ji sîstema dadweriyê li Îranê hatine girtin.