Çarenivîsa çalakvanekî kedkarî nediyar e

21:37 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Piştî derbazbûna 3 hefteyan bi ser binçavkirina çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sine, heyanî niha jî çarenivîsa wî nezelal e.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, çalakvanê kedkarî yê bi navê “Erestû Muradî” xelkê gundê “Serhuye” a girêdayî Jawero a bajarê Sine, ku di girtîgeha îstixbarata bajarê Sine de ye, çarenivîsa wî nediyar e.

\"\"Li gora gotina çavkaniya haydar di vê derheqê de, zelalnebûna çarenivîsa vî çalakvanê kedkarî nigeraniya malbata vî li pey xwe aniye.

Vê çavkaniya haydar ev yeka jî zêde kirye ku: Hewlên malbata vî çalakvanê kedkarî bona haydarbûna ji çarenivîsa wî, bê encam maye, û hêzên îstixbaratê jî bersiveke zelal di vê derheqê de nedane malbata vî çalakvanî.