Çarenivîsa bav û kurekê di girtîgehên hikûmetê de nexuya ye

10:57 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Refîq Selîmî û kurê wî yê bi navê Fuad Selîmî, piştî derbasbûna mehekê ji binçavkirina wan, hîn jî li Îdareya Îtilaata Sinê di girtîgehê de ne.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew bav û kure di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûne.

Wê çavkaniya agehdar diyarî kiriye: Dadgehê ji bo azadkirina Fuad Selîmî 500 milyon Tumen barimte diyarî kiriye û tevî dabînkirina barimteyê, ew hêj di girtîgehê de ye.

Roja Duşemî 7ê Sermawezê, Refîq Selîmî û Fuad Selîmî bi bê hebûna belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata Sinê hatine veguhestin.