Çarenivîsa 5 welatiyên Kurd piştî binçavkirinê nerohn e

17:38 - 6 Nîsan 2021

5 welatiyên Kurd yên bi navên “Hawjîn Qadirî, Behrûz Qadirî, Rêbwar Qadirî, Perwîz Qadirî, û Celîl Xudayî”, xelkê gundê “Yaqûbava” yê ser bi bajrê Bane ji destpêka meha Xakelêweyê ve ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin, çarenivîsa wan nerohn e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew 5 welatiyane di dema binçavkirinê de û heya niha “li destpiragihîştin bi parizer û çavpêkevtin bi malbatên xwe”, hatine bêparkirin.

Wê çavkaniyê gotiye: “Heya niha ji çarenivîs û cihê ragirtina wan 5 welatiyan ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.

Piştî birêveçûna rêûresma Newrozê li gundê “Yaqûbava”, ser sibêdeha roja Pênşemî 5`ê Xakelêwe, ew 5 welatiyên Kurd, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.