Çar welatiyên xelkê bajarê Şinoyê bi daîna barimteyê hatine azadkirin
Îro Şemî 23`ê Reşeme, çar welatiyên Kurd yên bi navên “Feysel Elîava”, “Cibraîl Şe`ibanî”, “Seyîd Loqman Tahirî” û “Ferdîn Bayzîdî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin.
Roja Înê 22`ê Reşeme, “Seyîd Loqman Tahirî” xelkê gundê “Pirdava” û “Cibraîl Şe`ibanî” xelkê bajarê Şinoyê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastin.
Sibedeha roja Înê 10 Rêbendanê, “Seyîd Loqman Tahirî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî û ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û herwisa êvareya roja Pêncşemî 9`ê Rêbendanê jî, “Cibraîl Şe`ibanî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Sibedeha roja Şemî 11`ê Rêbendanê, “Feysel Elîava” kurê Yasîn û xelkê gundê Şawane” yê ser bi bajarê Şinoyê û ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Roja Sêşemî 19`ê Reşeme, “Ferdîn Bayzîdî” xelkê bajarê Şinoyê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.
Ew welatiye roja Şemî 11`ê Rêbendanê li rêya Şino bo Nexedeyê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî û ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Tohmeta ku bi ser wan çar welatiyan hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.