Çar welatiyên xelkê bajarê Serdeştê hatine binçavkirin

17:14 - 26 Tebax 2020

Di heyama çend rojên derbas bûyî de, hêzên ewlehî çar welatiyên Kurd yên bi navên “Xosro Cîhanara, Akam Hesenzade, Serdar Mela û Rehman Qadirî” xelkê bajarê Serdeştê, binçavkirine.

Ew çar welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Serdeştê hatine veguhastin.

Heya niha lipeyketina malbata wan çar ciwanên Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam maye.

 “Akam Hesenzade û Serdar Mela” bi tohmeta “alîkarî digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” hatine binçavkirin û ji sedema binçavkirina “Xosro Cîhanara û Rehman Qadirî” ti zanyariyek ji ber dest de nîne.