Çar welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:51 - 15 Şibat 2022

Roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Rehîm Elîzade” kurê Mela Kerîm, “Mihemed Qadirpûr” kurê Elî, “Rehman Qadirî” kurê Kerîm û “Nasir Bayzîdî” kurê Hemze xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew 4 welatiyên Kurd binçav kiribûn û bo ciheke nexuya veguhastibûn.

Heta niha lipeykevtina malbatên wan çar welatiyên Kurd bo agehdarbûn ji qedera wan, bê encam maye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî wan welatiyan hatiye sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.