Çar welatiyên Kurd li bajarê Kamêranê bi girtîgehê hatine cezadan

18:15 - 23 Nîsan 2022

Mamoste “Mihemedmîrza Rehmanî” kurê Derwêş Mihemedemîn û temen 48 salî, “Sîrvan Qurbanî” kurê Mehmûd û temen 38 salî, “Burhan Kemanger” kurê Elî û temen 33 salî û herwisa “Hişmet (Amanc) Qurbanî” kurê Ehmed temen 37 salî, çar welatiyên nerazî li derheq îdamkirina “Heyder Qurbanî”, ji aliyê taya 101 a dadgeha Keyferî ya bajarê Kamêranê, her yek ji wan bi 91 roj girtîgeh bi hejmarkirina heyama binçavkirina berê, hatine cezadan.

Dadgehê ew çar welatiyên xelkê bajarê Kamêranê bi tohmeta “propagende li dijî nizamê li berjewendiya yek ji Partiyên Kurdî” ceza da û ew cezaye jî roja Şemî 27`ê Xakelêweyê, bi wan çar welatiyan re hatiye ragihandin.

Taya 101 a dadgeha Keyferî ya 2 a bajarê Kamêranê cezayê ku bi ser wan çar welatiyên Kurd de sepandiye bo heyama du salan ragirtiye.

Ew biryare dijî wan çar welatiyan bi amadebûna wan bixwe bûye û dikarin nerizayetî derheq cezayê dadgehê nîşan bidin.

Roja Yekşemî 28`ê Sermaweza sala 1400`an a Rojî, “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê bi bê haydarkirina malbat û parêzerê wî bidar vekirin.

Ew çar welatiyên Kurd piştî bidarvekirina “Heyder Qurbanî” bi sedeam beşdarî li rêûresma sersaxiya wî girtiyê siyasî û nerizayetî bi bidarvekirina “Heyder Qurbanî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî nêzî 3 heftiyan ji binçavkirinê bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibûne azadkirin.