Çar welatiyên Kurd ji aliyê îdareya îtila`at ya bajarê Paweyê ve hatine gazîkirin

18:10 - 26 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çar welatiyên bajarê Paweyê, ji aliyê îdareya îtila`ata wî bajarî ve hatine gazîkirin û digel wan lêkolîn hatiye kirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama rojên derbasbûyî de, çar welatiyên Kurd yên bi navê “Keyhan Ezîzî, Aşina Hesenzade, Siruş Emînî û Ekber Mihemedî” bo îdareya îtila`atê hatine gazîkirin û digel wan lêkolîn hatiye kirin.

Ew çar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtila`atê ve gef ji wan hatiye xwarin û piştî çend demjimêran lêkolîn, hatine azadkirin.

Herwisa îdareya îtila`at ya bajarê Paweyê malbatên endam yên Partiyên Kurd yên opozîsyon yên hikûmeta Îran gazî dike û gefa ji wan dixwe.

Her di wê derheqê de, roja Sêşemî, 3`ê befranbarê, îdareya îtila`at ya bajarê Banê, birêveberên kanalên têlêgramî yên wî bajarî gazîkirine û gefa ji wan xwariye ku xwe ji weşana nûçeyên xelkê nerizayetî yên di roja 5`ê Befranbarê de biparêzin.

Hêzên îtila`atê bi birêveberên kanalên têlêgramî re ragihandiye, ku li egra bilavkirina nûçeya nerizayetiya welatiyan, di roja 5`ê Befranbarê de, digel cezayên giran rûbirû dibin.