Çar welatiyên Kurd di girtîgeha bajarê Mihabadê de bo girtîgeha bajarê Bokanê veguhastin

17:08 - 11 Şibat 2020

Roja yekşemî 20`ê Rêbendanê, Çar hepsî yên bi navên “Mihemed Elyasî”, “Hîwa Qurbanî Eqdem” xelkê gundê “Qeregol” û “Mensûr Şareban” xelkê gundê “Birayimabad” û “Hejar Ebasî” xelkê gundê “Guwêcelî” a bajarê Bokanê, di girtîgeha navendî a bajarê Mihabadê de, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew çar welatiyên Kurd, heyama 10 mehe di girtîgeha bajarê Mihabadê de ne û heya niha nehatine dadgahîkirin û heya niha dadgehê ti cezayek bo wan çar welatiyan diyarî nekirî ye.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Tevî vê ku cezayê wan hepsiyan heya niha ji aliyê dadgehê ve nehatiye diyarîkirin, dosiya wan çar welatiyên Kurd, ji aliyê du dadwer, yên bi navên “Mûsewî û Rostemî” ve hatiye ragirtin.

Roja Şemî 18`ê Xakelêweyê, du welatiyên Kurd, yên bi navên “Mihemed Elyasî” û “Hîwa Qurbanî Eqdem”, xelkê gundê “Qeregol” a bajarê Bokanê, ji aliyê binkeya “Qere Mûsalî” ve, hatine gazîkirin û piştre hatine desteserkirin.

Herwisa, hêzên Îtila`atê, Mensûr Şarebanî û Hejar Ebasî, bi tohmeta alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê desteser kirinê.