Çar welatiyên Kurd di dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de hatine cezadan

18:26 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Çar welatiyên Kurd yên bi navên “Kamran Qasimî, Umîd Seîdî, Ebdulezîz Mihemedpûr û Keyvan Reşozade” xelkê şehreka “Îslamava” ya ser bi bajarê Urmiyê ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve her yek ji wan bi 5 sal heps hatine cezadan.

Dadgehê ew çar welatiyên Kurd bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê ve”  ceza dane.

Kombûna dadgehîkirina wan çar welatiyan roja Duşemî 3ê Sermawezê bi rê ve çûye û ew cezaye jî çend rojan beriya niha di girtîgeha bajarê Urmiyê de bi wan re hatiye ragihandin.   

Her di vê derheqê de, “Nayîb (Mesiûd) Hacîpûr” xelkê bajarê Urmiyê û hewdosiyayê wan çar welatiyan ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi 5 sal hepsa teizîrî hatiye cezadan.

Dawiya meha Xezelwer a îsal “Kamran Qasimî, Umîd Seîdî û Keyvan Reşozade” ji derheq nexuyiya qedera xwe û li ber cudanekirina cezayên xwe di benda lawan a girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê  de dest avêtibûne gereva birçîbûnê.

16ê Rezbera sala 1398an, ew çar welatiyên Kurd digel “Nayîb Hacîpûr” bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve û bo lêkolînê bo îdareya îtilaata bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew çar welatiyên Kurd piştî yek meh ji lêkolîna wan li girtîgeha îdareya îtilaata bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibûne veguhastin.