Çar welatiyên binçavkirî bo girtîgeha bajarê Sineyê hatine veguhastin

10:24 - 18 Şibat 2022

Roja Çarşemî 27`ê Rêbendanê, çar welatiyên Kurd ên bi navên “Zanko Mes`ûdî” temen 22 salî û kurê Resûl, “Mihemed Fedewî” temen 23 salî û kurê Ebdullah, “Mihemed Mehcûr” temen 36 salî û “Rehmetulleh Salihiyan Yazîbilaxî” temen 34 salî kurê Mihemed û xelkê gundên “Milqerenî” û “Yazîbilaxî”yên girêdayê bajarê Seqizê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Ew çar welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtina digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin.

Roja Yekşemî 14`ê Sermawezê, “Zanko Mes`ûdî”, “Mihemed Fedewî” û “Rehmetulleh Salihiyan Yazîbilaxî” xelkê gundên “Milqerenî” û “Yazîbilaxî”yên girêdayê bajarê Seqizê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatine veguhastin.

Herwisa roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, “Mihemed Mehcûr” xelkê gundê “Milqerenî”ya girêdayê bajarê Seqizê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.