Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin

20:07 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Çar welatiyên Kurd yên xelkên devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 9`ê Pûşperê, hêzên îtila`atê êrîşê ser gundê “Bawan” û “Filkan” kirine û di encam de 4 welatiyên Kurd desteser kirine.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew 4 welatiyene yên bi navên “Arif Mihemedî, Abid Mihemedî û Hesen Biratî” yên xelkê gundê “Bawan” û “Serheng Babekrî” yê xelkê gundê “Filkanê” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastine.

Wî çavkaniya agehdar daye zanîn, di dema desteserkirina ew 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtila`atê ve rastî lêdan û bêrêziyan hatine.

Wî çavkaniya agehdar daye zanîn ku, li heyama hefteya borî di devera Mirgewer de, hêzên îtila`atê givaş xistine ser malbatiyên ku zarokên wan endamên yek ji Hizbên Kurd ên Opozisiyon ên hikûmeta Îranê ne, û heya niha çend caran jî, bo îdareya îtila`atê gazîkirine.

Heya weşana vê nûçê, ji sedem yan sebebên desteserkirina ew 4 welatiyên Kurd, tu zaniyariyek jiberdest de nîne.