Çar welatî li bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:19 - 18 Nîsan 2022

Êvareya roja Şemî 27`ê Xakelêwe, çar welatiyên Kurd ên bi navên “Şehram Burek, Seyîd Nasir Husênî, Umer Îbrahîm Nadirî û Leyla Îbrahîm Nadirî” zarokên Umer û xelkê gundê “Suxanlû” yê girêdayê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew çar welatiyên Kurd binçav kirine û ew bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Pîranşehrê veguhastibûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, îro Duşemî 29`ê Xakelêweyê, Seyîd Nasir Husênî û Umer Îbrahîm Nadirî bavê Leyla Îbrahîm Nadirî bi soznameya nivîskî hatine azadkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Şehram Burek piştî lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin û Leyla Îbrahîm Nadirî bo benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan çar welatiyan hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.