Çar welatî bi sedema teqîna mînê li bajarê “Mêhran”ê bi dijwarîbirîndar bûn

17:19 - 7 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 16ê Berfranbarê, bi sedema teqîna mînê li devera “Kencançem ban çermeg” a ser bi bajarê “Mêhran”ê çar nûciwan birîndar bûn.

 “Kurdpa”yê nasnameya wan 4 nûciwanan bi navên “Zolfeqar Muradxanî” temen 14 salî, “Saman Muradxanî” temen 12 salî “Zulfeqar Ferzî” temen 15 salî û “Îrfan Ferzî” temen 14 salî ragihandiye.

Ew kesên navbirî ji malbatên zozançî û çodarên dervera “Mêhran”ê bûne.

Ew 4 welatî di encama wê teqînê de endamên laşê xwe ji dest dane û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Îmam Husên” a bajarê “Mêhran”ê hatine veguhastin.

Di vê derheqê de roja Yekşemî 5ê Befranbarê, bi sedema teqîna mînê li bajarê “Dêhloran”ê ser bi bajarê “Îlam”ê zarokek 10 salî yê bi navê “Emîrriza  Rezayî Mecd” kurê “Şeref” canê xwe ji dest daye.