Çar sal girtîgeha tezîrî bi ser welatiyekî Kurd de hate sepandin

18:04 - 2 Şibat 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Ehmed Mihemedî” temen 51 salî û kurê Salih ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê Seqizê bi serokatiya dadwer “Cewad Mistefayî” ve bi 4 sal girtêgeha tezîrî hate cezadan.

Dadgeh ew welatî bi tohmeta “Sîxurî û banghêjîkirin bo yek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kiriye û ew cezaye 24ê Befranbarê, bi navbirî re ragihandine.

Dadgeha Înqilab a bajarê Seqizê, ew welatiyê Kurd bi bê piştgirêdan bi hin maddeyan bi 4 sal girtina teizîrî ceza daye.

Sepandina wê cezayê bi ser wî welatiyê de bi bê amadebûna navbirî di dadgehê de bûye û ew cezaye bo heyama 20 rojan ji rêkevta ku hatî ragihandin, cihê pêdaçûnê di dadgeha pêdaçûnê ya Sineyê de heye.

Ehmed Mihemedî xelkê gundê “Wizmanî” yê ser bi bajarê Seqizê ye û heta niha di girtîgeha wî bajarî de ye.