Çar penaxwazên xelkê Serdeştê li kanala Manş a Feransê de xendiqîn

12:37 - 28 Çirriya pêşîn 2020

Berpirsên Feransê dane zanîn ku 4 penaxwazên xelkê bajarê Serdeştê ku xwestine bi rêya kanala Manş bo Birîtaniya herin li nav ava wê kanalê de xendiqîne ku 2 ji wan zarok bûne.

Nasnama wê malbatê ku xelkê gundê “Gilîne” ya bajarê Serdeştê bûn, ev in: “Resûl Îrannijad 35 salî, Şîva Mihemedpenahî 35 salî, Anîta Îrqannijad 9 salî, Armîn Îrannijad 6 salî û Artîn Îrannijad ku temenê wî 15 meh bûye”.

Gemiya veguhastina wan penaxwazan di kanala “Manş” li navbera Feransê û birîtaniyayê nuqim bûye.

Pêka rapora berpirsên Feransê, 2 zarokên 6 û 9 salî û herwisa ew jin û mêr xendiqîne û zarokê 15 mehî hêj ne xuyaye.

Kanala Manş di navbera Feranse û Birîtaniyayê de ye û ew bûyer li demekê qewimiye ku îdareya keşûhewa ya Birîtaniya hişdarî dabû ku rewşa keşûhewa li kanala manş xirab e.