Çar mamosteyên Kurd wek sembol hatin hilbijartin

20:01 - 4 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di roja Mamosteyan de li Îranê, 46 mamoste ku 4 ji wan kurd bûn hatin xelat kirin û rêz ji wan hat girtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li parêzgehên Îlam, Sine û Urmiyê, 4 mielimên Kurd wek nimûne li seranserê Îranê hatin hilbijartin û xelat kirin.

Seidullah Îzetî, master (foq lîsans) li beşa civaknasî li Îlamê, Efşîn Lehûnî mamosteyê dibistana seretayî li Merîwanê, Bêhrûz Mecîdî bi bawernameya doktoriya kîmya li Seqizê û Enwer Îsmaîlîpûr li Mehabadê, nasnameya wan 4 mamostayên nimûne yên Kurd e ku hatine xelat kirin.

\"26323.jpg\"
Seidullah îzetî, Efşîn Lehûnî, Bêhrûz Mecîdî û Enwer Îsmaîlpûr 4` mamosteyên nimûne yên Kurd
Nûçegihaniya “Îlna” derbareya mamosteyên nimûne li Îranê ragihand: 13 hezar û 493 mamoste li seranserî Îranê, wek namzedên sembolîk û nimûne hatibûn navnivîs kirin ku ji wan 127 mamoste jin û 396 kes jî mêr bûn.

Ji hejmara mamostayên jor îşare pê hatîî kirin, di tevahiya parêzgehên Îranê de 46 mamoste wek nimûne hatin hilbijartin ku 13 ji wan jin in.
Mamosteyên nimûne li ser Pîvanên (esas) ên exlaq, terbiyet, zanist û perwerdeyî hatine hilbijart in.

Bi munasibeta xwepêşandana mamosteyan li sala 1961 ( 12 Banemer a1340`an a Rojî) û canê xwe ji dest dana mamoste Ebûlhesen Xaniî, ew roj bi roja mamostayan li Îranê hatiye binav kirin.