CAR DIN JI BDP’Ê RE DOZ VEDIBE

12:43 - 16 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serdozgeriya Komara Tirkiyê, Duh 15/10, derbarê 2`emîn kongireya awareta ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê de bi tawana propagandeya rêxistina PKK`ê ku bi \"terorê\" bi nav dike hatiye tawanbarkirin û lêpirsîn destpê kiriye.

Roja 14/10/2012`an li paytexta Tirkiyê, Enqerê li hola Ehmed Taner Kişlalî ya sporê de 2`emîn kongireya awarte bi beşdariya 1190 endam û bi amadebûna hêzên Kurdî û Kurdistanî her weha nûnerên partlemtoyên Ewrûpayê birêveçû.

Tişta herî balkêş ewe bû ku di kongireya BDP`ê ya vê carê de bi zimanê Kurdî hate destpê kirin û her weha ala Tirkiyê û wêneyê Kemal Ataturk û li hemberî wê jî wêneyekî mezin yê rêberê PKK`ê Abdula Ocalan hate daliqandin û druşmên ku azadiya Ocalan dixwastin hatin hildan.

Her di kongireyê de berpirsê desteya kargîriya YNK`ê Mele Bextiyar jî di gotara xwe de bal kişand ku: “Gelek kesên ku bi terorîst dihatin nasandin li dawiyê bûn serokên welatên xwe û weka mînak (Kastro , Erefat û Mandêla, Mele Mistefa Barzanî û Mam Celal) hatin destnîşan kirin ku li dawiyê hemû bûn sembolên netew û serokên welatên xwe.”

Bextiyar da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî divê Ocalan bê azad kirin û got: “Rojek wê bê Ocalan jî wê bibe serokê welatê xwe.”

Her weha di kongireyê de her yek li Selahedîn Demirtaş û Gultan Kişanak carek din bûn hevserokên BDP`ê hatin hilbijartin.