Çar ciwanên xwendewarê dersa olî hatine destbiserkirin

23:07 - 29 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî zanistên ayînî ên mesebê Sunî, yê xelkê yek ji gundên ser bi bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate destbiserkirin û ew bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, rêkefta 30`ê Rezberê “Usamê Melekî” temen 16 salî, û xelkê gundê “Korkore” a girêdayî bajarê Sine, ji aliyê hêzên Ewlehiyê yên wî bajarî ve hatiye destbiserkirin.

Ev xwendekar Kurd e û di mizgevta gundê “Altûn” a girêdayî bajarê Seqizê, mijûlî xwendina zanista olî bûye, û ji aliyê hêzên Ewlehiyê di wî gundî de hatiye destbiserkirin.

Hêzên ewlekariyê, piştî destbiserkirina wî xortê xwendekar, ji malbata wî re hişdarî dane ku nabe digel tu medyayî derheq destbiserkirina kurê xwe biaxivin.

Li gorî gotinan, hêzên ewlekariyê bi bê hebûna belgeya Qezayî ev ciwanê Kurd destbiser kirine.

Her di vê pêwendiyê de, torên cîhanî wekî kanala “Keleme” belav kiriye ku, sê ciwanên din yên sunî meseb yên Kurd yên bi navên “Şaho û Tewfîq Mîrekî” û Kêywan Mihemedî” xelkê “Asawle” jî hatine destbiser kirin.

Li gorî vê çavkaniya agehdar, ew sê ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên îdareya giştî ya îtila`ata parêzgeha Sine ve hatine destbiserkirin,û bo cihekî nediyar veguhastine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, bidûreçûna malbatên kesên ku hatine destbiserkrin bo agehdarbûna derheq çarenivîsa kurên xwe, bê encam bûye.