Çar çalakvanên sendîkaya mamosteyên Dîwandereyê bi girtîgehê hatine cezakirin
11:13 - 3 Kanûna pêşîn 2022
Umîd Şamihemedî, Perwîz Ehsenî, Kawe Mihemedzade û Hîwa Qureyşî ji Endamên Encumena Sendîkaya Mamostayên Kurdistan-Dîwandere ji aliyê taya 1 a Dadgeha Şoreş ya bajarê Sineyê ve hatin cezadan.
Li gor vê hikma hatî sepandin, Umîd Şamihemedî bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî bi rêya endamtiya partiyeke Kurdî” ve, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî û bi heman tohmetê jî, Hîwa Qureşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade bi 5 sal girtîgeha ragirtî (Te`ilîqî) hatine cezadan.
Roja Sêşemî 8ê Xermanana îsal jî, ew 4 endamên Encumena Sendîkaya Mamostayên Kurdistan-Dîwandere, piştî 76 roj binçavkirinê, bi danîna barimteya 6 milyar Tumenî ji girtîgeha Îtilaata Sineyê hatibûne berdan.