Çar çalakvanên Kedkarî ji aliyê navendên Îtila`atê ve hatine gazîkirin

12:26 - 30 Nîsan 2020

Roja Çarşemî 10`ê Banemerê, li nêzîbûna roja cîhanî ya Kedkaran, Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Sine du çalakvanên Kedkarî û du kesên din ên bi navê, “Mizefer Salihniya” digel hevjîna wî bo wê navendê gazî kirin û lêpêçîn digel wan kir.

Ew du çalakvanên Kedkarî, piştî çar demjimêr lêpêçînkirin, ji Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Sineyê hatine berdan.

Ji aliyek din ve jî, di heman rojê de, du çalakvanên Kedkarî yên bi navên “Ramîn Kerîmî û Yûsif Giramîperwer”, ji rêya telefonî ve bo îdareya Îtil`atê hatine gazîkirin.

Îdareya Îtila`ata bajarê Sine, ew du çalakvanên Kedkarî, bi sedema wê ku di roja cîhanî ya Kedkaran de amadenabin û çalakî bo wê rojê nekirine, ev bo wê navendê gazî kiribûn.

Navendên hikûmetî yên Îranê, hemû salekê di Kurdistanê de hejmarek ji çalakvanê Kedkarî bo navendê xwe gazî dike û lêpêçînê digel wan dike.