Çar çalakvanên kedkarî ji aliyê hifazeta Îtila`ata hêzên Întizamî ve hatine gazîkirin

11:15 - 9 Adar 2022

Îro Sêşemî 17`ê Reşemê, “Mizefer Salihniya” ji endamên hey`eta birêveberiya Yekîtiya Azad a Kedkarên Îranê û “Cemal Esedî, Ferdîn Eyvezî û Quddûs Şakirî” ji çalakvanên civakî yên bajarên Sineyê bo hifazeta Îtila`ata hêzên Întizamî hatine gazîkirin û lêpirsîn ji wan hate kirin.

Hêzên ewlehî ew çar welatiyên Kurd li pêwendî digel lidarnexistina rêûresim û cêjna netewiya Newrozê gazî kirin.

Yekîtiya Azad a Kedkarên Îranê di wê derheqê de ragihand: Piştî 2 demjimêr ji lêpirsîn û gef xwarin û berxwedana wan çar welatiyan bo nedana soza nivîskî, her çar welatî hatine azadkirin.

Roja Çarşemî 5`ê Cozerdana îsal jî, Mizefer Salihniya” bi serdana îdareya gûzernameyê ji aliyê hifazeta Îtila`ata hêzên Întizamî yên bajarê Sineyê ve lêpirsîn ji navbirî hatibû kirin.