Çar Birên Kurd Li Jêr Metirsiya Hikma Îdamê Ne

12:37 - 14 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Metirsiya vê yekê heye ku çar birên Kurd ji aliyê dezgehên dadwerî ên hikûmeta Îranê ve hukma îdamê bi ser wan de were sepandin.


Çalakvanên Mafê Mirov û Demokrasî li Îranê ragihandin ku Hebîb Efşarî, Cefer Efşarî, Elî Efşarî û Welî Efşarî, ku her çarên wan birê hev in û niha di zîndanê de ne, metirsiya derkirina hikma îdamê bi ser wan heye.

Hebîd Efşarî û Cefer Efşarî roja 09.12.2010-an ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê hatin destbiserkirin û piştre ji destbisergeha Sipaha Pasdaran li Mehabadê bo girtîgeha Urmiyê hatin veguhstin.

Roja 11.12.2010-an jî birayek din bi navê Elî Efşarî di temenê 31 saliyê de ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran li Bokanê hat girtin û li dema girtinê de teqe ji Elî dikin û navbirî bi tundî birîndar dikin.

Ji aliyek din ve Welî Efşarî roja 13.12.2010-an bo haydarbûn ji rewşa sê birên xwe serdana destbisergeha Îtilaata Sipaha Pasdaran dike û ew jî li wir tê destbiserkirin.


Dezgeha Îtilaata Sipaha Pasdaran li Bokanê, Hebîb Efşarî bi hevkarîkirin ligel yek ji partiyên dijê Îranê tawanbar kiriye.

Ew sê girtiyên din bi tawana Muahribe û Mufsidûl Filerz anku (dijberîkirin ligel xwedê û fasidên ser erdê), hatine mehkûmkirin.