Çap û weşîna kitêba Helebçe û enfal li dukumêntên nihênî yên Amrîkayê de

00:01 - 15 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: bi hewl û keda nivîskarik ji xelkê şarê Pawê kitêbik taybet ser Helebçe û Enfal, ji aliyê çapxana wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê çap û weşiye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa ,” Wirya Rehmanî” nivîskarê Kurd yê ji xelkê şarê Pawê, kitêbik binavê “ Helebçe û Enfal li dukumêntên nihêniyên Amirîkayê de “ li naw 540 rûperan de çap û weşandiye.

\"15270.jpg\"
Wirya Rehmanî nivîskarê Kurd yê ji xelkê şarê Pawê
Nivîskar li pêşgota wê kitêbê de nivîsiye” zorin ew dîktatorên ku wek tawanbar li dadgehên naw-netewî yan dadgehên hundir welatê xwede jê pirsîn tev hatine kirin, hinik ji wan pêş dana hukmê wan bi hegerên cur bi cur mirine û ev cur mirin bo dîktatoran bûye tiştik gişt, lê sedam hisên dadgehî hat kirin û hukmê sêdarê jêre hat birînê û hukmê wî jî hat ci bi ci kirinê”.

Navbirî li domê de nivîsiye: “ jê pirsîn tev tawanên Enfal û kîmiyabarana Helebçê bi sêdaredana sedam hisên kutayî pê hat, lê dadgeha naw-netewiya Lahê her paşî mirina mîlosêwîç jî dom bi karê xwe da û biryra tawanbar bûna mîlosêwîç da.

Li 25ê Reşema sala 1366a rojî de 5,000 welatiyê Kurd ji xelkê şarê Helebçe, li sedem bombardimana kîmiyayiya firokên şerkerên hukûmeta beisa Êraqê canê xwe ji dest dan.

Her wisa li kom kujiya Enfal de 182,000 Welatiyên Kurd ji aliyê hukûmeta beisa Êraqê li gorên bi komên çolên Êraqê de bi zindî çal kirin.