Çap û weşana kitêbik dukumêntarî seba kom kujiya Qarnê

13:59 - 4 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: di 34emîn salwegera kom kujiya hevwelatiyên Kurdê gundê Qarnê de, kitêbik dukumentarî ser wê qewimiyê çap û weşiya.

Soran Kerbasiyan nivîskarê kitêba “ 68, Le kardanewey şorişî Îranda” bi pişt rast kirin bi komik belge û dukumêntan, perde ji ser pitira aliyên weşartî û nerona wê komkujiya gundê Qarna ji dewera şarê Naxedê rakiriye.

Bi gotina kesên dîtî û her wisa welatiyên gundê Qarnê ji dewera şarê Nexedê, 11ê Xermanana sala 1358a rojî hêzên sipaha pasdaran hêriş ser welatiyan kirin û 68 kes ji xelkê vî gundî ku pitir jin û zarok û pîr û ixtiyar bûn, gullebaran û kom kuj kirin.

\"15067.jpg\"
Gorekî wan dukumêntên ku di berdest dene, li mideyên salên 58 heya sala 62a rojî, zêdetir ji 14 caran hêriş hatiye kirin ser xelkên herêmên cid-cidayên Kurdistana Îranê û xelkê bê guneh kom kuj kirine.

Li wan hêrişan de bi sedan hevwelatiyên sivîl hatine kuştin ku heya niha bi tinê navê 242 kesan li wan gorî kiryiyan hatina tûmar kirin ku li gelempera vî 242 kesî, 105 kes ji welatiyên kurdên ji xelkê dewerên Nexedê û şarê mihabadê bûne.