Canjidestdana şikdar ê girtiyekê di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de

12:26 - 14 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemî 20ê Xezelwerê, girtiyek yê bi navê “Ferhad Wisûqînijad” xelkê bajarê Hersîn û rûniştiyê gundê “Tengeperî” yê ser bi bajarê Luristanê, di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de bi awayekê şikdar canê xwe ji dest da.

Birayê wî di civînekê digel “Ajansa Nûçegihaniya Kurpa”yê de ragehandiye: “Ferhadê birayê min ji aliyê berpirsên girtîgeha navendî ya Xuremavayê ve rastî azar û îşkencê hatiye û bi wê sedemê canê xwe ji dest daye.

Herwisa navbirî ragehandiye: “Berpirsên girtîgeha navendî ya  bajarê Xuremavayê piştî azar û îşkenceyek dijwar ji veguhastina birayê min bo nexweşxaneya derive ya girtîgehê xwe dûr kirine.

Pêka gotina birayê “Ferhad Wisûqînijad” berpirsên girtîgeha Xuremavayê ragehandine “birayê min xwe kuştiye, lê em gotinê berpirsên girtîgehê red dikin û dûrê ji rastiyê dizanin”

Herwisa navbirî wiha jî gotiye: “Cihê lêdan û îşkencedanê li ser cesteyê birayê min bi rohnî diyar e.”

Birayê “Ferhad Wisûqînijad” pêdagirî li ser wê hindê dike û dibêje: “Dadsitanê bajarê Xoremavayê gef ji wan xwariye ku li civînkirin digel mediyayan li derheq çawahiya canjidestdana Ferhad xwe biparêzin.

Ferhad Wisûqînijad, heyama sê heftî berî niha bi tohmeta “beşdarîkirin li kuştina welatiyekê li bajarê Xuremavayê, yê bi navê “Husên Cozî” hatibû binçavkirin.

Yek ji birayên Ferhad yê bi navê ”Mistefa Wisûqînijad” sê meh beriya niha bi tohmeta “kuştina Husên Cozî hatibû binçavkirin û niha di girtîgeha Xuremavayê de ye.