Canjidestdana neraziyên Xermananê; “Daniş Rehnima” li bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da

18:13 - 22 Îlon 2022

Piştî kombûnên nerizayetî yên bi kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, roja 30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Daniş Rehnima” xelkê gundê “Balav” ê girêdayî wî gundî, bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

Tevî hejmarkirina wê haletê heta niha, hejmara kuştiyan li bajarê Kurdistanê, gihîşte 10 kesan.

Amara kuştiyên nerazî yên meha Xermanana sala 1401`an a Rojî

Rêkevta 28`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Muhsên Muhemedî” kurê xelîfe Mesûd, li kombûna neraziyên bajarê Dîwanderê, bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya bajarê Sinê canê xwe ji dest da û termê wî welatiyê demjimêr 3`ê şeva 29`ê Xermananê, bi sedema rêgiriya navendên ewlehî, bi axê hat spartin.

28`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Riza Lotfî” li kombûna neraziyên bajarê Dêwuolanê, bi sedema teqeya hêzên ewlehî hate kuştin.

28`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Fireydûn Mehmûdî”, xelkê bajarê Seqizê, di meşa kombûna nerizayetiyên wî bajarî de canê xwe ji dest da û bi awayî şevane bi bê birêvebirina ti cure rêûresmekê, bi sedema rêgiriya navendên ewlehî bi axê hate spartin.

28`ê Xermanana 1401`an a Rojî, piştî kombûnên nerazîbûn bi qetila hikûmetî a Jîna Emînî, roja Duşemî 28`ê Xermanana 1401`an li bajarê Dîwanderê, “Fuwad Qedîmî” kurê Ebdullah di meşa kombûna nerizayetiyên wî bajarî de, bi awayek dijwar birîndar bû û piştî sê rojan, roja Çarşemî 30`ê Xermananê, li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sinê, canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana 1401`an a Rojî, “Fercad Derwêşî” temen 23 salî û kurê Yûnis û xelkê gundê “Balav” ê girêdayî bajarê Urmiyê, li kombûna nerizayetiyên wî bajarî, bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana 1401`an a Rojî, “Zekeriya Xeyal” nûciwanê temen 16 salî û xelkê bajarî Pîranşehrê, di meşa kombûna nerizayetiyên wî bajarî de, bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, welatiya Kurd a bi navê “Mînû Mecîdî” ya xelkê bajarê “Qesra Şîrîn”ê, di kombûna nerizayetiya derheq kuştina “Jîna Emînî”, bi teqeya hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, "Sedredîn Lîtanî" di kombûnên nerizayetiyê de li bajarê "Şino" bi guleya Kilaşînkofê hate kuştin.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, li bajarê Şîno "Emîn Me`irifet" temen 16 salî û kurê "Ebûbekir" bi gulleya "Kilaşînkof"ê hat kuştin.