Canjidestdana neraziyên 1401`an; “Mihemed Emînî û Yehya Rehîmî” li bajarê Sinê canê xwe ji dest dan

18:36 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Roja Şemî 16`ê Rezberê, “Mihemed Emînî” kurê Gulmihemed û “Yehya Rehîmî” kurê Ehmed di meşa nerizayetiya seranserî de bi sedema teqeya hêzên ewlehî li bajarê Sinê canê xwe ji dest dan.

“Mihemed Emînî” xelkê taxa “Teqteqiyan” û “Yehya Rehîmî” xelkê taxa “Ninle” a girêdayî bajarê Sineyê ne.

Her di vê derheqê de jî, roja Şemî 16`ê Rezberê, du neraziyên din ên bi navên “Peyman Minberî û Daryûş Elîzade” di meşa nerizayetiya seranserî de, bi sedema teqeya hêzên ewlehî li bajarê Sinê canê xwe ji dest dan.

Amara kuştiyên xwenîşandana sala 1401`an a Rojî li Kurdistanê:

Rêkevta 28`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Mihsên Mihemedî” kurê Xelîfe Mesûd, li kombûna neraziyên bajarê Dîwanderê, bi sedema kûrahiya birînan li nexweşxaneya bajarê Sinê canê xwe ji dest da û termê wî welatiyê demjimêr 3`ê şeva 29`ê Xermananê, bi sedema rêgiriya navendên ewlehî, bi axê hat spartin.

28`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Riza Lotfî” li kombûna neraziyên bajarê Dêwlanê, bi sedema teqeya hêzên ewlehî hate kuştin.

28`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Fireydûn Mehmûdî”, xelkê bajarê Seqizê, di meşa kombûna nerizayetiyên wî bajarî de canê xwe ji dest da û di heyama şevê de bi bê birêvebirina ti cure rêûresmekê, bi sedema rêgiriya navendên ewlehî bi axê hate spartin.

28`ê Xermanana 1401`an a Rojî, “Fu`ad Qedîmî” kurê Ebdullah di meşa kombûna nerizayetiyên bajarê Dîwanderê de, bi awayek dijwar birîndar bû û piştî sê rojan, roja Çarşemî 30`ê Xermananê, li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sinê, canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana 1401`an a Rojî, “Fercad Derwîşî” temen 23 salî û kurê Yûnis û xelkê gundê “Balav” ê girêdayî bajarê Urmiyê, li kombûna nerizayetiyên wî bajarî de, bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana 1401`an a Rojî, “Zekeriya Xeyal” nûciwanê temen 16 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, di meşa kombûna nerizayetiyên wî bajarî de, bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, welatiya Kurd a bi navê “Mînû Mecîdî” ya xelkê bajarê “Qesra Şîrîn”ê, di kombûna nerizayetiya derheq kuştina “Jîna Emînî”, bi teqeya hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

29`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Riza Şehperiniya” temen 23 salî kurê Murteza di kombûna nerizayetiya bajarê Kirmaşanê li şeqama “Xorem” bi lêkevtina gulleyek şerî li dilê wî û 200 gulleyên saçmeyî li cesteyê wî canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Daniş Rehnima” temen 25 salî, xelkê gundê Balav li meşa xwepêşandanan de li bajarê Urmiyê bi sedema teqeya rasterast a hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, li bajarê Şîno "Emîn Me`irifet" temen 16 salî û kurê "Ebûbekir" bi gulleya "Kilaşînkof"ê hat kuştin.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, "Sedredîn Lîtanî" di kombûnên nerizayetiyê de li bajarê "Şino" bi guleya Kilaşînkofê hate kuştin.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, temen 21 salî kurê Selîm di meşa kombûnên nerizayetiyan de li bajarê Şinoyê bi sedema teqeya rasterast a gulleyê canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Ebdullah Mihemedpûr” temen 16 salî, xelkê gundê Balav a girêdayî bajarê Urmiyê li xwepêşandanên wî bajarî de bi sedema teqeya gulleyê hat kuştin.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Muhsên Qeyserî” xelkê bajarê Îlamê bi sedema kombûnên nerizayetî bi kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” bi sedema teqeya rasterast a hêzên ewlehî 30`ê Xermananê-canê xwe ji dest da, û tê gotin ew ciwan bi sedema berkevtina gulleyê ji aliyê ser û singê wî canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Emîrelî Fûladî”, temen 16 salî li meşa xwepêşandana Îslamavaya Rojava bi sedema teqeya gulleyan canê xwe ji dest da. Kurdpa 4`ê Rezberê agehdar bû bona radestkirina termê “Emîrelî Fûladî” bo malbata navbirî daxwaza pere ji wan hatibû kirin.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Se`îd Mihemedî”, temen 21 salî li meşa xwepêşandana Îslamavaya Rojava bi sedema teqeya gulleyan canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Îman Mihemedî”, li meşa xwepêşandana Îslamavaya Rojava bi sedema teqeya gulleyan canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Emîrhisêyn Besatî” temen 15 salî li meşa xwepêşandana bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Mihemed Zari`î” xelkê bajarê Senqer a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li meşa xwepêşandana devera “Baqirava” a bajarê Qerçek bi sedema teqeya hêzên ewlehî bi awayek dijwar hatibû birîndarkirin û dema veguhastin bo nexweşxaneya “Starî” a Qerçekê canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Elîreza Fethî” temen 22 salî xelkê bajarê Senqer a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li meşa xwepêşandana seranserî li şehreka pîşeyî ya Elvendê li parêzgeha Qezvînê bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Ruzbêh Xadimiyan” temen 32 salî xelkê bajarê Senqera ya girêdayî bi parêzgeha Kirmaşanê li Ferdîsa bajarê Kerecê bi sedema teqeya hêzên ewlehî li meşa xwepêşandanê canê xwe ji dest da.

4`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, “Ebdulselam Qadir Gilwan” kurê Nadir ku di kombûnên 30ê Xermananê de bi dijwarî hatibû birîndarkirin di yek ji nexweşxaneyên bajarê “Urmiyê”de hatibû razandin piştî 5 rojan bi sedema kûrahiyan birînan canê xwe ji dest da.

6`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, “Semed Bergîniya” kurê Mihemed xelkê bajarê “Pîranşar”ê ku di kombûnên nerizayetî yên roja 29ê Xermananê li bajarê “Pîranşar”ê bi dijwarî hatibû birîndarkirin û bo nexweşxaneya “Xomeynî” ya bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin, roja Çarşemî 6ê Rezberê bi sedema kûrahiya birînan di vê nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

9`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, “Muxtar Ehmedî” di kombûnên nerizayetiyê de bi guleya rasterast hat kuştin û termê wî di şevê de û bi bê beşdariya xelkê bi axê sipartin.

13`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, zaroka bi navê “Nîma Şefeqdosit” temen 16 salî xelkê gundê “Zindeşit” yê girêdayî bajarê “Selmas”ê û rûniştiyê taxa “Kuştarga” ya bajarê “Urmiyê” ku di kombûnên nerizayetiyê de bi sedema berketina guleyên şer bi dijwarî hatibû birîndarkirin di yek ji nexweşxaneyên bajarê “Urmiyê” canê xwe ji dest da.

16`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, ciwanek yê bi navê “Daryûş Elîzade” bi sedema teqeya hêzên ewlehî di meşa kombûnên nerizayetiyê de li bajarê “Sinê” canê xwe ji dest da.

16`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, ciwanê bi navê “Peyman Mênberî” temen 25 salî û kurê Eyûb û xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê “Sinê” di kombûnên nerizayetiyê de bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.