Canê Çengîz Qedemxêr di ber tirsê deye

16:40 - 12 Adar 2020

Pizîşkê “Çengîz Qedenxêr”, hepsiyê siyasî, xelkê bajarê Kamiyaranê di girtîgeha “Mescid Silêman” a Parêzgeha Xûzistanê de, bi wî hepsiyê siyasiyê Kurd hatiye ragihandin ku bi hegera belavbûna vîrûsa Korona yê, nikarin Emela Cerahî jêre bikin.

Yêk ji kesên nêzîkî wî hepsiyê siyasî, li ser vê mijarê, bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”ê ragihand: “Canê Çengîz Qedemxêr di ber tirsê deye û bizanebûn, ji pêregihîştina pizişkî hatiye bêparkirin”.

Roja Şemî, 17`ê Reşemê, “Çengîz Qedemxêr”, piştî ji berçuna xwînê ji gurçkan, li ser daxwaza pizîşk, dawî bi girêva xwe anî.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, di roja Çwarşemî, 14`ê Reşeme, bona nîşadana nerazîtiya xwe derheq pêrenegihîştina pizîşkî û dijayetiya îdareya îtla`at a bajarê Kamiyaranê digel dana mirexesiya dermanî bi wî hepsiyê siyasî, dest bi girêvê kiribû.

Gurçikên “Çengîz Qedemxêr” di encama girêvê de, rastî xwînberbûnê bibûn ku pizîşkan çiyê dinê izna berdewamkirina girêvê, nedanê.

Çengîz di meha Cozerdan a Sala 1390`an de, di dewrûberê Bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatiye destbiserkirin, û bi sûçê endametî di Partiyekî Kurdî de”, 40 sal heps bi serde hatiye sepandin.