Çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd bi demjmêjran li bin lêkolînê derbaz kirin

17:05 - 15 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd di serdana bo bajarê Kirmaşanê de, heya yek demjmêrî di bin lêkolînên hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê de derbaz kirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 14`ê Hezîrana 2019`an, tiromibîla ku komek li çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd ku dixeastin hûndirî bajarê Kirmaşanê bibin, ji aliyê hêzên kinc şexsî yên îtila`atê hatine desteserkirin û heya demjmêrekê di bin lêkolînê de derbazkirin û herwisa tiromibîla van jî velkolane.

Hîva Ehmedî, Êclal Qewamî, Hesen Mihemedî, Tahêr Senendecî, Sebah Rehîmî, Êqbal Muradî, û Ferhad Baxbanî ji van çalakvananan ku, rastî lêkolînên hêzên îtila`ata bajarê Kirmaşanê hatine, û ev çalakvanane bo seferê li bajarê Sine serdana bajarê Kirmaşanê kirbûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên kinc şexsî bo pêşîgirtin ji birêveçûa merasma encûmena berfirehkirin û pêşkevtina bajarê Kirmaşanê, pêşî ji serdana van çalakvanên Kurd bo wî bajarî girtine.

Herwisa hêzên kinc şexsî yên îtila`atê, ji van çalakvanên Kurd re gotine ku dibe demlidest bajarê Kirmaşanê biterkînin û lipey aloziyan nebin.